PeyamaKurd - Berdevekê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric ragihand ku divê krîza li Sûriyê li ser bingehên berfireh bê çareserkirin û Kurd jî di dahatûya wî welatî de xwedî rol bin.
Berdevekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir ku divê her çareseriyeke kirîza Sûriyê, çend bingehên serekî têde bin.
Stephane Dujarric dibêje pêwîst e yekgirtîbûn û yekîtiya axa Sûriyê were parasti û dilgiraniyên rewa yên welatan werin berçavgirtin û pêkhateyên cuda yên Sûriyê rol hebin.
Dujarric got: “Her çend heta niha mijara nivîsadnina destûrê yekalî nebûye, lê li cem Sekreterê Giştî yê Neweteyên Yekbûyî, girîng e Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê rola xwe di wî welatî de hebin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin