Piştî 6ê Nîsanê, li Sûriyê dê Kurd karibin seredana welatîbûnê bikin

Piştî 6ê Nîsanê, li Sûriyê dê Kurd karibin seredana welatîbûnê bikin

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên hundir ya Sûriyê ragihand ku ew Kurdên ne welatiyên Sûriyêne dikarin piştî 6ê Nîsanê seredana ji bo welatîbûnê bikin.

Wezaretê li bajarên Şam, Halep, Haseke, Raqqa û Deyrizorê komîsyonên û navnedên taybet ava kirine û di rêya navendan de, wê Kurdên ku newelatîne karibin ji bo welatîbûnê seredanê bikin.

Wezareta karên hundir ya Sûriyê li ser mijarê weha got:

“Ji bo bicîhanîna fermanên ji aliyê wezîrê karên hundir yê Muhendis Enes Hattab de hatiye dayîn; rêvebiriya giştî ya karên sîvîl ya bi ser wezareta karên hundir de, biryara hatiye dayîn ya jimare 13 ku tê de ji bo Kurdên newelatiyên Sûriyêne, wê seredanên wan bên qebûlkirin.

Pêvajoya bicîhanîna yekem ya biryarnamê, wê di 6ê Nîsanê de roja Duşemê qebûl bibe.

Navend û Komîteyên erkdar ji bo karên xwe baş bimeşînin, ji bo kar baş here û barê welatiyan sivik bikin, li Şam, Halep, Haseke, Raqqa û Deyrizorê dest bi sitendina seredanan bikin.

Pêvajoya yekem wê bi biryarnama pêwendîdar re li hev, ji bo welatîbûnê bidin dê proseduran amade bikin, seredanan teslîm bistînin û wê li ser belge û delîlan li gor qanûnên hene yên ku dimeşin, bên lêkolînkirin.”