Êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdên Rojava dost ji Kurdan re zêde kirin. Ji siyasetmedaran bigrin heta bi serokên dewlet, nivîskar û lîztikvanên sînemayê, ji her alî ve piştgirî ji Kurdan re tê kirin û êrîşên dewleta Tirk tên şermezarkirin.
Herî dawîn lîztikvanên naskirî yên Hollywoodê bi daxuyanîyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgirîya xwe ji bo Kurdan nîşan dan.
Lîztikvan Robert De Nîro, di daxuyanîya xwe de rexne li Serokê Amerîkayê Trump girt û got: " Îro serokekî me yê ku xwe wek gangster dibîne lê nikare bibe gangsterekî baş (Trump) heye. Gangster jî di nava dizan de xwedî rûmet in. Tu destê xwe didî hev û sozê didî. Tiştekî te tenê heye ew jî soz e. Ew jî bawerîya xwe bi soza te tînin. Li cem vî zilamî rewş ne wisa ye".
Lîztikvana navdar a Ermenî Cher (Cherilyn Sarkisian) jî ji bo Tirkan got: " Ji 11 salîya xwe ve ez zanim ku Tirkan 2 milyon Ermenî kujtine. Tirk hîna jî barbar in, niha jî bi nameta Trump wê qira Kurdan bînin".
Xwedîya Xelata Nobelê Şîrîn Ebadî, lîztikvan, siyasetmedar, akademîsyen, stranbêj û fûtbolgêrên wek Liam Cunningham, Hadasahh Yishurun, Claudio Marchisio, Anne Frank, David Harvey de, Noam Chomsky, David Harvey, Etienne Balibar, Vittorio Sergi, Janet Biehl Raul Zibechi û gelekên din bi daxuyanîyên xwe piştgirî dan Kurdan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin