PDKê daxwaza zêdekirina petrola para Kurdan li Bexdayê kir

PDKê daxwaza zêdekirina petrola para Kurdan li Bexdayê kir

PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdilxefar ragihand ku 50 hezar bermîlên petrola rojane, ku li dû lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê bo pêdivîyên navxweyî hatîye diyarkirin, kêm e.

Berdevkê Firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdilxefar ji K24ê re daye xuyakirin: "Mîqdara petrola ku ji aliyê Bexdayê ve bo pêdivîyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin kêm e û pêdivîya sûkê tije nake."

Berdevkê Fraksiyona PDKê da zanîn ku li dû lihevkirina fermî ya navbera Hewlêr û Bexdayê, 50 hezar bermîlên petrola rojane bo pêdivîya navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin, lê ev mîqdar ne bes e û pêdivî ye bê zêdekirin.

Daner Ebdilxefar got, wan daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kiriye ku mîqdara petrola dabînkirî zêde bike, ji ber ku pêdiviya rojane ya navxweya Herêma Kurdistanê bo benzînê digihîje nêzîkî heft milyon lîtrên benzînê û ev mîqdara terxankirî ya niha ji asta daxwaza rastîn a şofêr û parzinîngehên navxweyî gelek kêmtir e.