PeyamaKurd – Polîsan piştî ku du helîkopter li hewa li hev ketin, cihê qezayê li New Jersey ewle kirine.
Tîman li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine. Rayedaran ragihandin ku di qezayê de kesek miriye û yekî din jî bi giranî birîndar bûye.
Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê diyar kir ku helîkopterek Enstrom F-28A û helîkopterek Enstrom 280C li nêzî Balafirgeha Şaredariya Hammonton a New Jersey li hewa li hev ketine. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike.