PeyamaKurd – Îro danê sibê bajarê Yalovayê di operasyoneke mezin a li dijî şaneyên DAIŞê de ku li Taxa Îsmetpaşayê hat kirin, gule li hêzên polîsan hatin reşandin. Di encama êrîşê de 3 polîsên Tirk hatin kuştin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya ragihand ku tevî birîndarbûna 9 karmendên dewletê, di operasyonê de 6 endamên DAIŞÊ hatin bêbandorkirin û planên wan hatin pûçkirin. Hat diyarkirin ku ji bo rizgarkirina 5 jin û 6 zarokên ku wekî "mertalên zindî" di malê de dihatin girtin, operasyon bi baldarî hatiye meşandin.