PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê ya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan, piştî serketina hilbijartinan bi awayekî eşkere berê xwe daye welatên Rojava û Yekîtiya Ewropayê ku ev jî tê wateya dûrketina ji Rûsyayê.
Li gorî medya Erebî, Rûsya û Tirkiye hevdu li dijî welatên Rojava bikar tînin û dûrketina Rûsya-Tirkiyê ji berê ve ji aliyê welatên Rojavayî ve hatiye hesabkirin.
Rojnameya El Exbar a Lubnanê daye xuyakirin, “Ji ber ku Erdogan di krîza xwe ya hundirîn de xeniqî ye, meyla wî ber bi Rojava ve ye û ji ber lawaziya rejîma Rûsyayê ya piştî dijberiya Wagnerê jî naxwaze hêka xwe bixe nava selika Pûtîn.”
Li gorî nirxandinan, pêşveçûna têkiliyên Tirkiye bi hêzên rojavayî û Rûsyayê re, girêdayî bicihanîna sozên Erdogan ên derbarê dosyaya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) û pêşeroja hevkariya leşkerî ya di navbera Washington û Enqereyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin