PeyamaKurd – DYA li operasyona ser Îranê de li deverên CENTCOMê û Eucomê ji 160an zêdetir balafiran bicîh kir. DYA her weha 2500 leşkerên piyade yên keşfê jî dişîne Rojhilata Navîn.
Li gor agahiyan, 17 balafirên KC-46A "Pegasus" û 62 balafirên KC-135 "Stratotanker", nêzî herêma operasyonê li baregehên di bin kontrola CENTCOMê û li baregeha hevpar ya DYA û Îngîltere ya bi navê Diego Garcia bicîh kir. Hat tesbîtkirin ku ji 40 an zêdetir balafir jî li baregeha Îsraîlê li Ben Gurion e.
36 balafirên KC-135 û 1 balafirekî KC-46A li baregehên Başûrê Ewrûpa û li baregehên Derya Sipî bicîh kirine. Dê van balafiran bi îhtîmalekî mezin, wê wezîfa îkmala balafirên ji Îngîltere werin bikin.
Piştî Îngîltere îznê da bikaranîna balafirgeha RAF Fairfordê, DYA niha dest bikaranîna wê jî kiriye.
15 balafirên KC-46A û 33 balafirên KC-135 yên îkmalê niha li baregehên Îngîltere, ya Portekîzê ya bi navê Lajesê û baregehên Bakûrê Ewrûpayê bicîh kirine.