PeyamaKurd - Hate ragihandin ku DYA û hevpeymanên wê yên li Deryaya Sor, li Yemenê herî kêm 28 frokeyên bêmirov ên Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê têk birine.
Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniya rûpela xwe ya Xê de ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Parastina Gerûgeşta Keştiyên Deryaya Sor hêrişên Hûsiyan têkşkandine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî demjimêra herêmî di navbera 4.00 û 8.20an de, herî kêm 28 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan xistine xwarê û di encama hêrişa Hûsiyan de keştiyên hêzên hevpeymaniyê û her wiha keştiyên bazirganiyê hîç ziyanekê nedîtine.
Hûsiyên ku li Yemen û navçeyê û bi taybetî jî li Deryaya Sor, di çarçoveya berjewendiyên rejîma Îran de li dijî gellek hêzan hêrişan dike, di 31ê Cotmeha 2023an de ragihand ku wek berteka li hember operasyonên Îsraîlê yên li dijî Hemasê, ew ê bi frokeyên bêmirov û mûşekan dest bi girtin û hêrişkirina keştiyên bazirganiyê yên Îsraîl û bi Îsraîlê re pêwend bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin