PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan diyar kir ku DYA plana êrişên zêdetir li ser komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê ne dike û got: "Ti nîşanek ku Îranê siyaseta xwe ya li ser van komên çekdar guhertiye tune ye."
Şêwirmendê Ewlehiyê Sullivan piştî êrîşên hewayî yên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyên Yemenê daxuyaniyekê da.
Sullivan di daxuyaniyê de diyar kir ku wê DYA bersivê bide hemû êrîş û gefan li dijî xwe û wiha dom kir:
"Em bi niyaz in ku ji bo em peyameke zelal bidin ku dema êrîşî hêzên me dibe û parasvanên gelê me têne kuştin, wê DYA çawa bersivê bide û ji ber wê yekê em ê bêtir êrîşan pêk bînin."
Jake Sullivan balê kêşa ser wê yekê ku ti nîşaneyek ku siyaseta Tehranê li di derbarê van komên çekdar de guheriye tune ye û got:
“Êrîşên me yên îro, ne dawî lê belê destpêka bersivdana me bû. Wê gavên din jî bêne avêtin. Hin têne dîtin, hin belkî nayên dîtin. Ez vê yekê wekî 'çalakiyek leşkerî ya pêşvekirî' pênase nakim."
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên DYAyê li Yemenê li 13 herêman li dijî 36 baregehên leşkerî êrîş pêk anîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin