PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) Karoline Leavitt, di civîna çapemeniyê ya li Koşka Sipî de, ji bo rojnamevanan li ser şerê bi Îranê re axifî û got:
“Eger Îran rewşa heyî qebûl neke û têkçûna leşkerî fêm neke û fêm neke ku dê têk here, ji derbên berê dijwartir dê derbên dijwar li wan bikeve.
Trump blofan nake û amade ye qiyametê rake. Pêwiste Îran car din hesabê xwe şaş neke. Trump her wext aştiyê dixwaze. Rejîma Îranê li çareyan digere da ji nav arîşeyê derê. Dizanin têk çûne.”
Leavitt, behsa pêşniyara çareseriya navbera Îranê û DYAyê kir ku pêşniyarekî bi 15 xalan pêşkêşî Îranê kirine û Îran planê hêj red nekiriye û hevdîtin dewam dikin.
Li aliyê dinê Leavitt, ragihand ku di 14ê Gulanê de, dê serok Trump û serokê Çînê Şi Cinping bicivin.