DYA: Îro an sibê dibe li ser Hurmizê lihevkirin bibe

DYA: Îro an sibê dibe li ser Hurmizê lihevkirin bibe

PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê ya Amerîkayê (DYA) Scott Bessent ragihand ku li ser çûn û hatina bi serbestî ya keştiyên bazirganî di Tengava Huremizê de, bi Îranê re îro an sibê dibe peymanekî bikin.

Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent, di tv ya CNBC de, di bernama "Squawk Box" de axifî. Wezîr Bessent got:

“Hevdîtina me bi Îraniyan re dewam dike. Ji bo Hurmizê vekin û ji bo ji rewşa şer em ber bi rewşekî normal de herin, îhtîmal heye îro an sibê em bigihên peymanekî. Li ser mesela miqdarê perê derbasbûnê, wê keştî serbest herin û werin. Ev tê vateya tevgera azadî.”

Bessent got; eger Tengava Hurmizê vebe, dê bihayên gelek tiştan dakevin û weha dewam kir:

“Li wê derê bi sedan belkî bi hezarî keştî rawestiyane. Hêviya wan ku derên rê. Ev ne tenê ji bo enerjiyê ye. Gubre, berhemên rafîneriyê û cûre gazên sanayiyê hene. Dema bihayên wan dakevin, em ê bazirganiyekî rehet bibînin.”