PeyamaKurd – Zanyarên zanista fezayî ji bo lêkolîna şopên jiyanê di fezayê de bikin, 45 peykan destnîşan kirin. Xebata han nîşan daye ku îhtîmal heye jiyan di van peykan de bibe.
Zanyar, heya niha ji 6 hezarî zêdetir peykan (seyyare) tesbît kirine ku piraniya wan germe, radyasyona di wan de zêdeye û atmosfera wan ji bo jiyanê xerabe. Di lîsta nû de, seyyare hene ku dibe di wan de şertên bi mêzên yên jiyanê hebe.
Li gor nûçeya ku Independent Türkçe de hatiye weşandin; di lêkolînê de navên Proxima Centauri b, TRAPPIST-1f û Kepler-186f hene ku berê balê kişandine û peyk in. Para wan ya hevpar ew e ku ji ber dûrahiya wan ji stêrkên wan, dibe di wan de jiyan hebe û ava di wan peykan de heye, ava ku ne bûhar û ne cemede heye.
Bi taybetî sîstema TRAPPIST-1ê ku 40 salên rohniyê dûre, ji bo lêkolîneran hêvî dide û herêmekî ji bo jiyanê bi hêviye. Hinek peykên di vê sîstemê de, çawa dinya ji rojê tîrêjan an ku enerjiyê distîne, ew jî bi miqdarekî nêzî dinyayê enerjiyê distîne û lewra ji bo jiyanê di rêza ewilî de ye.
Zanyar ragihandine ku ji bo zanîna di van seyyareyan de jiyan heye an tineye de, tenê zanîna ciyên wan têr nake. Atmosfera seyareyan, miqdarê ava di wan de, ji aliyê jiyanê de faktorên girîngin.
Zanyar dibêjin ku ji bo lêkolînên di pêş de lîsta amade kirine gelek girînge û rêberekiye. Bi taybetî teleskopa fezayê ya James Webb, teleskopa Nancy Grace Roman ya fezayê gelek mezinin, teknolojiya wan li pêşe û li ser hedefên li jorê hûr dibin.
Bi xêra van çavdêriyan, dê bê fêmkirin bê di seyaran de atmosfer heye an nîne, têra jiyanê şert hene an nîne, dê zelaltir bê fêmkirin.
Hûrahiyên lêkolînê, di kovara bi navê Monthly Notices of the Royal Astronomical Society de, di gotara bi navê “Probing the limits of habitability: a catalogue of rocky exoplanets in the habitable zone” de hat belavkirin.