DYA, li Rojhilata Navîn jimara balafirên xwe zêde dike

DYA, li Rojhilata Navîn jimara balafirên xwe zêde dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi sedema şerê DYAyê bi Îranê re geş dibe, dê DYA jimara balafirên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike. Niha DYA û Îran êrîşê ser herêm û baregehên hev dikin.

Li gor ragihandina CNNê, rayedarên DYAyê yên navên xwe nedane, li ser balafirên DYAyê yên li Rojhilata Navîn hene daxwuyanî dane.

Rayedar ragihandine dê jimara balafirên ku li hewa îkmala balafiran dikin û balafirên şer yên ku li baregehên Ewrûpane, sewqê baregehên Rojhilata Navîn bikin.

Çavkaniyekî Îsraîlê ragihandiye ku wexta şerê Adarê de li Rojhilata Navîn 94 balafirên îkmalê yên Amerîkayê hebûne lê paşî jimarê daxistine 40an û car din ji hefteya çûyî de, jimara wan zêde dikin.

Çavkaniya Îsraîlê ragihandiye di çend rojên borî de, bi duzîneyan balafirên îkmala benzînê gihane Îsraîlê û dê çûna wan ya Îsraîlê dewam bike.