PeyamaKurd- Fermandariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hûrguliyên operasyona li ser serokê Venezuelayê Nicolas Maduro parve kirin.
Hat diyarkirin ku operasyon bi hûrgulî hatibû plankirin û heta ajalên kedî yên li mala Maduro jî hatibûn tespîtkirin. Hat ragihandin ku zêdetirî 150 balafiran ji 20 baregehên cuda rabûn û di demeke kurt de navenda Karakasê kontrol kirin. Di encama vê operasyona ku bi hevkariya CIA û saziyên îstîxbaratê hat birêvebirin de, Maduro û hevjîna wî bêyî ku zirarê bibînin hatin girtin û radestî rayedarên dadgeriyê hatin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio, bal kişand ser têkiliyên Maduro yên bi Îranê re û diyar kir ku Maduro "serokê nerewa" û "firarekî" ku ji bo serê wî 50 milyon dolar xelat hebû. Rubio destnîşan kir ku Maduro bi taybetî bi vexwendina Îranê bo welatê xwe û desteserkirina binesaziya petrolê, hewl dida lîstikan bileyize.
Rubio, Maduro diyar kir, wî digot qey dikare bi riya girtiyên Amerîkî û peymanên bi Îranê re bazarê bike, lê Amerîkayê nîşan da ku ew ê destûrê nedin van lîstikan.
Wezîrê Parastinê Pete Hegseth jî di nirxandina xwe de da zanîn ku ti welat nikare operasyoneke bi vî rengî ya mezin pêk bîne. Hegseth hişyarî da dijminên Amerîkayê û got ku Maduro şansê xwe yê ji bo çareseriyê wekî Îranê xilas kiriye. Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku peyama vê operasyonê zelal e: DYA li her derê cîhanê dikare her tiştî bike û kesên mîna Maduro û rêveberiya Îranê yên ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê lîstikan çêdikin, dê rastî encamên giran bên.