PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li ser daxazên xwepêşandêran bi nûner û serkirdeyên aliyên siyasî re civiya û tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e di pêkanîna komîteya pêdaçûnê de ji bo tedbîrên hikûmetê yên di warê çaksaziyê de lez were kirin.
Ji ofîsa serokwezîrê Iraqê hat ragihandin, ku nûnerên aliyên siyasî çend Kurd jî di nava wan de hebûn, di civîna li gel Ebadî de piştevanî li mafê derbirînê yê xwepêşandêran kirin û tekezî kirin, mafê xwepêşandêran heye ku daxwaza mafê xwe bikin, lê ew têkdana dezgehên hikûmetê û avahiyên partî û aliyên siyasî red dikin.
Di civîna li gel Ebadî de nûnerê PDKê Bengîn Rêkanî ji Rudawê re ragihand, ku di civînê de, Ebadî daxwaz ji aliyên siyasî kiriye, ku di vê qonaxê de piştevanê hikûmeta Iraqê bin, ji ber ku dema parlamantoyê bi dawî bûye û Iraq niha di valatiya yasayî de ye.
Li ser çaksaziyên ku Ebadî beriya sê salan soza bicîkirina wan dabû, Bengîn Rêkanî got, ew çaksazî di dema hikumeta niha de nayên kirin, lê belê ew dê di hikumeta nû de hewla cîbicîkirina wan bidin.
Herwiha li gorî daxuyaniya ofîsa Heyder Ebadî, kesên beşdar di wê civînê de êrîşkirina ser hêzên ewlehiyê red dikin, ji ber ku ew hêz jiyana xelkê diparêzin.
Ofîsa serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe de tekez dike, hemû alî li ser bilezkirina pêkanîna komîteya pêdaçûnê ji bo tedbîrên hikûmetê di warê çaksaziyê de yekdeng bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin