PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û tevgera ku herî zêde deng bi dest xistibû, serokê ‘Tevgera Sadr’, Muqteda Es Sadr ragihandin ku bo hukumeta nû hevkariyê kirine.
Ragihandina her du siyasetmedaran li bajarê Necefê, di civîna çapemeniyê ya hevbeş de hat kirin. Li gor agahiyên ku Sadr dide, Sadr li ser hinek mijaran ku di damezrandina hukumetê de bo wan girînge, gihandiye serokwezîr Ebadî. Di nava wan xalan de: têkoşîna bi gendeliyê re, bihêzkirina artêşê, divê kes bi hukumetê mudaxele neke û hukumeteka teknokrat ya di ser mezheban de bê danîn.
Sadr, berê jî ragihandibû ku bi koalîsyona Fetih re ku Haşdî Şabî jî di nav de ye, îttîfaqê daniye. Di encama hilibjartina 12 ê gulanê de, koalîsyona ku Sadr di nav de ye, ji 329 kursiyên meclisê 54 ji wan karibû bidest bixe. Koalisyona Fethê bi 47 kursiyan bûbû duyem.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin