Ebdulmehdî bo Esper: Heger Patrîot bên, wê krîz kûrtir bibe...

Ebdulmehdî bo Esper: Heger Patrîot bên, wê krîz kûrtir bibe...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê yê ji kar vekişiyaye Adil Ebdulmehdî li ser bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî Patrîotan Iraqê, ji Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper re nameyek şandiye û tê de daxwaz kiriye ew biryar were bipaşxistin.

Li gorî zanyariyan di nameyê de Ebdulmehdî li ser biryara Amerîkayê ya bicihkirina Patrîotan li Baregeha Eyn El Esed û baregeha Herîr a li Hewlêrê ji Esper re wiha gotiye:

“Em dizanin ku sîstema Patrîotan a ku hûn dixwazin bînin Iraqê parastina li dijî êrîşan e. Lê belê ev biryar wê di serî de bandorê li ser ewlehiya Iraqê, herêmê û hêzên Amerîkî bike. Heger mebesta bi danînan Patrîotan hicum be, wê aliyê din (milîsên girêdayî Îranê) jî sîstemên cuda yên parastinê dabîn bikin. Dê ev krîzê kûrtir bike û ji kontrolê derxe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin