PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ragihand ku di mijara pêvajoya aştiyê ‘Tirkiyeya bêteror’ de, di navbera saziyên rayedar de lihevkirinek tam heye, lê belê şerê li herêmê û geşedanên li Îranê dikarin bandorê li dema girtina gavên yasayî bikin.
Ala diyar kir ku hevdîtin bi rêya yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê bi rê ve diçin û her çend mercên şer bibin sedema derengketina hin gavan jî, biryardariya siyasî ya ji bo çareseriyê neguheriye û dibe ku ev sererastkirin di meha Nîsanê de an jî piştî wê werin rojevê.
Efkan Ala herwiha bal kişand ser mijara çekdanîna PKKê û destnîşan kir ku divê daxuyaniyên di vê derbarê de li qadê bi awayekî berbiçav werin dîtin.
Ala tekez kir ku armanca dawî ya pêvajoyê tasfiyekirina rêxistinê û bidawîkirina terorê ye; ji ber vê yekê dem û rêbaz li gorî geşedanên li qadê têne diyarkirin.