PeyamaKurd- Serokomarê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera bi nameyekê bang li Kurdan kir û got, “Werin em bi hev re Sûriyê ava bikin”.
Di nameya ku Ehmed Şera pêşkeşî Kurdan kiriye de, tê gotin, ”Kurdên Sûriyê ev derfet e werin em welêt dûrî ajandeyên derekî ava bikin”.
Şera dibêje, ”Werin em weke Sûrî li hev rûnin û welatekî yekgirtî damezrînin ku jiyaneke ewlehî bo hûmûyan misoger bike”.
Ev nameya Şera Fîlma "Redi´ El-Idwan" de hatiye belavkirin ku behsa amadekariyên "Şerê Redi´ El-Idwan" dike, ku wî şerî ji Helebê destpê pê kir û di heyama 11 rojan de, komên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi serkirdayetiya Desteya Tehrîr El-Şam ku Ehmed Şera fermandariya wê dikir, gihiştin Şamê û rêjîma Esed hilweşiya bû.