PeyamaKurd- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama operasyoneke hevbeş a bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, li gundewarê rojavayê Dêrazorê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê hate lidarxistin.
Di vê operasyona ku ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û Hêzên Komandos ve roja yekşemê hat lidarxistin de, 6 çekdarên bi navên Mihemed El Ubeyd, Xidir El Ubeyd, Îbrahîm El Ubeyd, Hisên El Elî, Ebdulhimêdî El Nasir û Xelef El Hesen hatin girtin. Herwiha otomobîleke bombebarkirî ya ku ji bo êrîşeke terorîst hatibû amadekirin, berî ku bigihîje armanca xwe hat bêbandorkirin.
HSDê diyar kir, terorîstên girtî di lêpirsînên destpêkê de li sûcê xwe mikur hatine. Çekdaran li xwe mikur hatine ku wan teqemenî vediguhestin şaneyên din, mayîn çêdikirin û erebeyên bombebarkirî amade dikirin. Hat diyarkirin ku plana wan ew bû ku xalên leşkerî, rûspiyên herêmê û saziyên xizmetguzariyê hedef bigirin. Bi vê operasyonê re rê li ber karesateke mezin û windahiyên mirovî hat girtin ku li dijî binesaziya herêmê dihat plankirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, HSD’ê teqez kir ku asta hişyariya wan di asta herî bilind de ye û şopandina tevgerên şaneyên DAIŞê bi biryardarî berdewam dike. Hat destnîşankirin ku her cure gef û êrîşên li dijî ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê, wê bi bersivên herî tund bên pûçkirin. Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku ew ê parastina destkeftiyên herêmê bi her awayî bidomînin.