“Em ê petrolê di dest de bigrin, ez ji petrolê hezdikim”

“Em ê petrolê di dest de bigrin, ez ji petrolê hezdikim”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got: “Me hinek leşkeran li pey xwe hêla. Em ê petrolê di destê xwe de bihêlin. Ez ji petrolê hezdikim.”

Gotinên jorê yên Trump in. Trump li Koşka Sipî bo rojnamevanan di mijara Sûriye de agahiyan da. Trump di dewama axaftina xwe de weha got:

“Ya rast dibe hinek li ser sînorê Sûriyê dewriyan bigerînin. Tirkiye hezar sale şer dike. Bihêlin bila bi sînor meşxûl bibin. Em naxwazin pê meşxûl bibin. Em dixwazin leşkerên xwe bînin mala wan. Me hinek leşkeran li pey xwe hêla ji ber em ê petrolê di destê xwe de bihêlin. Em bi Kurdan re dixebitin ya rast em bi Tirkiyê re dixebitin. Em bi gelek welatan re dixebitin.”

Trump li ser mijara seredana serokê Tirkiyê bo Amerîkayê Erdoğan ku dê biçûya Amerîkayê got ku têkiliyên wî bi Erdoğan re gelek başin. Peymana Amerîkayê û Tirkiyê baş dimeşe û girbest baş hat bicîhanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin