PeyamaKurd- Encamên hilbijartina Encûmena Gel ya Sûriyê ku 19ê mehê birêve çûn û Kurdan û beşek mezin herêmên ne di bin kontrola rejîmê de beşdarî nekirin, hatin eşkere kirin.
Li gorî encamên hilbijartinên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) nayên naskirin û rewabûna wan mijara nîqaşê ye, Partiya Beasî ya Sosyalîst ku rejîma Esed li ser ava bûye bi ser ket.
Partiya Beas û hevpeymanên wê yên bi navê ‘Yekîtiya Netewî’ ji 250 kursiyên parlamenê 177 wergirtin û piranî bi dest xistin.
Serokê Komisyona Hilbijartinan a Sûriyê Samir Zamrek, ragihandiye ku beşdariya hilbijartinê ji sedî 33 bûye ku sala 2016an jî ew rêje ji sedî 57 bû.
Hilbijartinên parlamenta Sûriyê di demeke ku hîn proseya siyasî ya çareserkirina krîz û şerê li welêt encam nedaye hatiye kirin û ji aliyê civaka navdewletî jî pênase li wan hilbijartinan nayê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin