Endonezya: Em ji bo navbeynkariya Putin û Biden, amade ne

Endonezya: Em ji bo navbeynkariya Putin û Biden, amade ne

PeyamaKurd- Li ser beşdariya Lûtgeya G20ê ya ku dê li Endonezyayê bê kirin, Balyozê Endonezya yê li Moskowê ragihand ku ew ji bo navbeynkariya hevdîtina Vladimir Putin û Joe Biden amade ne.

Jose Tavares, bi navbeynkariya ajansa Novosti ya Rusyayê eşkere kir ku rayedarên Endonezyayê amade ne, di Lûtkeya G20ê ku dê di meha Mijdarê de pêk were, di navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin de navbeynkariyê bikin ku civînekê bikin.

G20, ji 19 welatan pêk tê

Lûtkeya G20ê, civîneke navneteweyî ye û ji 19 welatan pêk tê. Ev lûtke, di sala 1999an de bi armanca seqamgîriya darayî ya cîhanê hatiye damezirandin û hem wezîrên darayî yên van welatan hem jî serokdewlet li vê lûtkeyê digihîjin hev.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin