Li welatê Endonezyayê li herêma Brebesê, hez li deverekî ket, di encamê de 11 kes mirin û 7 kes jî wenda ne.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afetê (BNBP) Sutopo Purwo Nugroho, ragihand ku bûyer li nava zeviyên çeltûkê (birinc) de çêbûye û jimara miriyan derketiye 11 kesî. 7 kesên ku wenda ne li wan digerin da wan bibînin.
BNPB dibêje ji ber şert û mercên arazî ku gelek bi zahmetin, lêgerîn û rizgarkirina mirovan gelek zahmete. Ji ber heza ku li erdê ketiye, ji herêmê li dora 700 kes hatine dûrkirin û li devereka bi ewle hatine bicîhkirin. Bo mudaxeleya acil 14 roj muhlet hat danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin