PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî têkildarî şertên welatê xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmizê daxuyaniyek da û diyar kir ku her çend wan daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê redkirina pêşniyaran de dîtiye jî, lê heta niha ji aliyê navbeynkaran ve ti bersiveke fermî negihaye destê wan.
Eraqçî got ku ew ê li gorî bersiva ku ji navbeynkaran re bê dayîn biryarên pêwîst bigirin û da xuyakirin ku şertên wan ên ku ji bo vekirina tengavê hatine danîn divê werin cîbicîkirin.
Her wiha wî destnîşan kir ku Îranê ti carî deriyê dîplomasiyê girtî netiştiye, lê di parastina maf û berjewendiyên gelê xwe de jî tu carî paşve gav naavêje.