PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah el Sîsî re hevdîtin kir got, "Hewldanên Sîsî (ji bo Xezzeyê) hêjayî heyranê ne."
Erdogan di vegera xwe ya ji civîna hevpar a Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Ereban a ku li Erebistana Siûdî hat lidarxistin de pirsên rojnamevanên ku ji bo balafirê hatibûn vexwandin bersivand.
Erdogan derbarê bûyerên li Filistînê qewimîn û helwesta Tirkiyeyê de ev daxuyanî da.
"Ji 7ê Cotmehê ve me gelek hewl da ku bi rêyên dîplomasî û diyalogê agirbesteke însanî pêk bîne. Di pêwendiyên xwe de min bal kişand ser girîngiya avakirina agirbestê, bidawîkirina pevçûnan û gihandina alîkariyên mirovî yên bênavber ji bo Xezzeyê. Heta niha 10 balafirên tijî bi qasî 230 Me bi ton malzemeyên alîkariyên mirovî şandin Misrê da ku radestê Xezzeyê bikin."
Erdogan bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Misirê Sîsî re û wiha got: "Girîngiyeke mezin e ku Serokomarê Misirê tevî hemû neyînîyan Deriyê Refehê bimeşîne û bixe meriyetê. Hewldanên ku heta niha di vî warî de kirine cihê heyraniyê ne. bi wan re jî hevkariyê dike. Hem wezîrên me yên derve û hem jî serokê me yê îstîxbaratê pêwendiyên xwe didomînin û me destnîşan kir ku em ê timî di nava têkiliyan de bin. Weke Tirkiyeyê me dubare kir, em amade ne ku di dema pêkanîna peymanekê de wek garantor berpirsyariyê bigirin ser xwe ji bo çareserî bê dîtin."
Erdogan beriya niha bi gotinên tund rexne li Sîsî kiribû û gotibû, ez pê re hevdîtinê nakim. Lê ev hevdîtina Erdogan îşaret bi asayîkirina pêwendiyên her du welatan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin