Hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî ket nav rojeva herî girîng a heftiyê

Hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî ket nav rojeva herî girîng a heftiyê

PeyamaKurd - Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, hevdîtina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wekî yek ji hevdîtinên herî girîng ên heftiyê pênase kir.

Di vîdyoyeke taybet de ku îro li ser platforma ‘X’ê hat weşandin, serdana Barzanî ya 9ê Gulanê ya li Koşka Dolmabahçeyê wekî xaleke sereke ya dîplomasiya Tirkiyeyê hat nîşandan.

Di vê civînê de ku şandeyên her du aliyan amade bûn û rewşa aloz a herêmê û bandora şerê di navbera Amerîka û Îranê de li ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê hatibûn nirxandin.

Peyama piştevaniyê û hevkariya aborî

Di daxuyaniya fermî de hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan xemgîniya xwe ya ji bo hedefgirtina Hewlêrê aniye ziman û piştrast kiriye ku Tirkiye di vê pêvajoya dijwar de ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê di nav piştevaniyê de ye.

Erdogan bal kişand ser girîngiya projeya "Rêya Geşepêdanê" û destnîşan kir ku ew di warê enerjî, bazirganî û veguhastinê de bi biryar in peywendiyên xwe yên bi Hewlêr û Bexdayê re pêş bixin. Herwiha di hevdîtinê de peyama "Tirkiyeya bê teror" ango pêvajoya aştiyê û daxwaza aramiya li herêmê hatin axaftin.