Naveroka hevdîtina Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer eşkere bû

Naveroka hevdîtina Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer eşkere bû

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Gulanê li Bexdayê li gel kesayetiyê siyasî yê naskirî yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer civiya. Di wê hevdîtinên de her du alî li ser hebûna derfeteke nû li pêşberî hikûmeta federal bo xizmetkirina dadperwerane ya welatiyan hevnerîn bûn.

Piştî civînê hate ragihandin ku her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û deverê bi giştî li hev guhertin.

Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku niha derfet û fersendeke nû û zêrîn di qada siyasî ya Iraqê de li pêşberî hikûmeta federal peyda bûye, daku bi awayekî dadperwerane û bêyî cudahî xizmeta tevahiya welatî û pêkhateyên cuda yên Iraqê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh 23yê Gulanê di çarçoveya seredaneke dîplomatîk a berfireh bo Bexdayê de, çend civînên girîng li gel serokatiya her sê desthilatên federal (Bicihanîn, Qanûndanîn û Dadwerî) kirin.

Biryar e Serokwezîr Barzanî, îro jî civînê xwe yên li Bexdayê berdewam bike.