Bexda: Mesrûr Barzanî bi Xemîs Xencer re civiya

Bexda: Mesrûr Barzanî bi Xemîs Xencer re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên li Bexdayê bi berpirsên bilind ên hikûmet û siyaseta Iraqê re di roja  duyemîn de berdewam dike.

Hate ragihandin ku îro Yekşemê 24ê Gulanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya du rojî ya Bexdayê de, gihîşt mala Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer û civîna herdu aliyan dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh jî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di serî de bi hemjarek payebilindên Iraqê re hevdîtin pêk anîbûn.