PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê kuştina 8 eskeran de gef li PKKê xwar û wiha got: "Em carekê bimrin hezar carî radibin. 8 şehîdên me hene. Bila terorîst bizanibin ku ew ê bi 800 kesî berdêla vê bidin."
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derbarê şerê li dijî PKKê de axivî û wiha got: "Bi îzna Xwedê em carekê bimrin hezar carî radibin. 8 şehîdên me hene. Bila terorîst bizanibin ku ew ê bi 800 kesî berdêla vê bidin. Di wan qul û bexşa da emê bikevin şikeftê wan û koka wan biqelînin. Li Qendîlê jî li Şengalê jî emê qira wan bînin.
Erdogan ji bo xendeq û qanalên ku li derdor û navenda navçeya Minbicê hatine vekirin jî got: "Li derdora Minbicê qanalan vedikin. Kî? YPG/PYD. Xwedî heman qerekterê ne û cibiliyeta wan yek e."
Heftiya borî li ser rêya parêzgeha Batmanê 8 serbazên Tirkiyê di encama bombeyeke çandî ji aliyê PKKê ve hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin