Erdogan di peyama cejnê de bang li PKKê kir: Sebra me ne bêsînor e!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Remezanê de bang li PKKê kir û got, divê PKK bêyî şert û mercekî guhê xwe bide banga Abdullah Ocalan û çekan deyne.
Erdogan, Cejna Remezanê li welatiyên Tirkiye û civaka Îslamê pîroz kir û behsa mijarên siyasî û pêvajoya danîna çekan a PKKê jî kir.
Erdogan got: “Em xebatên xwe yên ku me di çarçoveya armanca xwe ya Tirkiyeyeke bê teror de dane destpêkirin, li gorî nexşerêya xwe berdewam dikin. Dewleta me hişt ku banga pêwîst bê kirin û berpirsyariya xwe pêk anî. Niha dor hatiye, rêxistin bêyî şert û mercan guhê xwe bide vê bangê.
Di vê mijarê de jî sebra me ne bêsînor e. Em li bendê ne ku rêxistin bêyî xwe mijûlkirinê, xwe fesih bike û çekên xwe bi temamî deyne.
Dînamîkên me yên gerdûnî, herêmî û navxweyî ji bo serkeftina pêvajoyeke bi vî rengî, zemîneke ku heta niha qet çênebûye, pêşkêş dikin.
Gava ku em bi hev re vê yekê bi ser bixin, Înşallah em dê welatê xwe bi temamî ji belayeke xwînrêj û dijwar a 40 salan rizgar bikin.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




