Şîva li Koşka Spî rastî êrîşê hat: Trump wêneyê êrîşkar parve kir

Şîva li Koşka Spî rastî êrîşê hat: Trump wêneyê êrîşkar parve kir

PeyamaKurd - Serokê Polîsên Washingtonê Jeffrey Carroll ragihand ku êrîşkarê li ser Şîva Nûçegihanên Koşka Spî bi tivingeke nêçîrê, demançeyek û çend kêran hatiye girtin.

Hate diyarkirin ku êrîşkar Cole Allen ê 31 salî ye ku mamosteyekî ji bajarê Torrance yê Californiayê ye.

Li gorî zanyariyan, Allen li otêla Hiltonê ya ku şîv lê dihat lidarxistin mêvan bûye û xwe li odeyeke demkî ya nêzî embara erebeyên bar veşartiye.

Şahidên li cihê bûyerê diyar kirin ku êrîşkar çekên xwe ji hundirê çenteyekî derxistiye û di wê devera ku ew lê veşartî bû de tu tedbîrên ewlehiyê jî tune bûn.

Trump wêneya êrîşkar parve kir û spasiya tîmên ewlehiyê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku bi silametî ji cihê bûyerê hat dûrxistin, wêneyê êrîşkar ê piştî girtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Di wêne de tê dîtin ku êrîşkar bi kelepçekirî li erdê dirêjkirî ye. Trump di daxuyaniya xwe ya yekem de ragihand ku ew, xanima yekem, cîgirê serok û hemû endamên kabîneyê baş in. Trump spasiya tîmên Parastina Taybet (Secret Service) û hêzên ewlehiyê kir ku bi awayekî bilez û wêrek midaxele kirine û rê li ber karesatekê girtine.