PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro piştî nimêja înê ji rojnamevanan re li rewşa Sûriyê û binpêkirina agirbesta Idlibê ragihand, “Pirsgirekên mezin rû didin. Agirbest hatiye binpê kirin. 3 şehîdên me jî çêbûn! Em nikarin bêdeng bimîn in, em ê bersîvê bidin.”
Erdogan got, "Rejîmê agirbest bi eşkereyî binpê kir. Pirsgirêkên cidî hene, malum 3 şehîdên me çêbûn. Em bê bersiv nahêlin. Wê bedelê wê bidin. Lê belê di pêşhatên dawî yên Idlibê de zêdeyî 20 sivîl hatin kuştin. Hinceta wan ev e: rêxistinên terorê li Idlibê hene, ev derew e. Zarokên 3-4 salî çawa dikarin bibin terorist?"
Herî dawî Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku agirbesta Idlibê ya bi rêya Rûsya-Tirkiye hatiye ragihandin hatiye binpêkirin û banga bilez a rawestandina şer kirbû.
Erdogan ji bo li ser mijara Libyayê ji bo Hefter jî got ku ew ne kesekî pêbawer e û ew dê li konferansa Berlînê helwesta wan bibînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin