Erdogan: Hevpeymaniya Mekeyê pêngaveke girîng e bo aştî û aramiya cîhanê

Erdogan: Hevpeymaniya Mekeyê pêngaveke girîng e bo aştî û aramiya cîhanê

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 1ê Îlonê ragihand ku Hevpeymaniya Mekeyê ya ji bo berevaniya hevpar, ku li ser bingeha xwedîderketina herêmî û bersivdana bikom hatiye avakirin, pêngaveke stratejîk û girîng e ji bo bicihanîna aştî û aramiya li ser asta herêmî û navdewletî.

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya hevpar a Komîsyona Stratejî ya Siyasî û Berevaniyê ya Lihevkirina Mekeyê hat ku tê de hevkariya pîşesaziya leşkerî û teknolojiya hevpar a di navbera her sê welatan de hatibû tekez kirin.

Ev peyman di 7ê Tebaxa borî de li bajarê Mekeyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Şahzadayê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemmed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatibû îmzekirin.

Armanca sereke ya vê hevpeymaniyê bihêzkirina rûbirûbûna gefan û bersivdana hevpar e. Li gorî bendên peymanê, her êrîşeke çekdarî ku li ser yek ji van sê welatan bê kirin, dê wekî êrîşeke rasteqîn li ser hemû aliyên hevpeymaniyê bê hesibandin.