Erdogan ji nû ve cezayê îdamê anî rojevê: Biryar were ber min ez ê îmze bikim!

Erdogan ji nû ve cezayê îdamê anî rojevê: Biryar were ber min ez ê îmze bikim!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, li ser bertek û nerazîbûnên derbarê biryara dadgehê ya li ser kuştina jina bi navê Pinar Gultekin ragihand ku ew dikarin ji nû ve anîna cezayê îdamê li Tirkiyê bixin rojevê.

Erdogan, di vegera ji Lûtkeya NATO ya paytexta Îspanya Madrîdê de, ji rojanmevanan re axivî û li ser mijara ku dadgehê cezayê kujerê Pinar Gultekîn daxistiye 23 salên girtîgehê wiha got: "Mirina Pinar xanim ne mirineke rasthatî ye. Li vir hovîtiyek heye. Dibe ku mijara Îdamê dîsa bikeve rojeva welatê me û ji nîqaşê re bê vekirin.”

Herwiha Erdogan got ku heger biryara ji nû ve anîna îdamê di parlamentoyê de were dayîn ew dê wê biryarê wekî serokomar îmze bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin