Erdogan: “Me berpirsê PKK ê yê Sûriyê Sofî Nûreddîn kust”

Erdogan: “Me berpirsê PKK ê yê Sûriyê Sofî Nûreddîn kust”

PeyamaKurd – Serokkomarê dewleta Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna encumena wezîran ya Tirkiyê li ber çapemeniyê ragihand ku artêşa Tirkiyê li başûrê Kurdistanê berpirsê rojava yê PKK ê Sofî Nûreddîn di operasyonekî de jinav birine. Erdoğan ragihand ku 13 dîlên Tirkiyê yên li Garê di destê PKK ê de bûn, fermana kuştina wan Sofî Nûreddîn daye.

Erdoğan ragihand ku demekiye îstîxbarata Tirkiyê li pey şopa Sofî Nûreddîn bûye, ciyê wî tesbît kirine û bo ser wî operasyon kirine.

Ji aliyê PKK ê de heya niha ti agahî di derbarê operasyonê de nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin