Erdogan me S400 standin û mesele qediya

Erdogan me S400 standin û mesele qediya

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan diyarkir: “Mafê tu kesî nîn e, dest bavêje rewşa bergiriya Tirkiye. Tirkiye ligel Rûsya liser S400an li hevûdu kiriye û ev mesele qediya ye”.

Erdogan destnîşankir “ Ligel birêz Putin liser vê babetê em axivin. Liser buhayên mûçekan, teknîka wan, berhemanîna hevbeş gelek babet me girtin dest. Ev mûşek ji bo bergiriya Tirkiye pêwîst in. Birêz Putin gelek bi erênî nêzîkahî ligel me kir. Niha em rabin – bêjin Na! Ev yek ne mumkin e bibe. Yunanistanê S300 kirîne, Bulgaristanê S300 kirîne. Çima hûn dengê xwe beramberî wan ranakin, lê hemberî Tirkiye dikin?

Em liser S400an rêkeftine û ev mesele qediya ye”.

Amerika û Hevpeymaniya NATO rexne li kirîna mûşekên S-400 ên Tirkiye ji Rûsya dike û diyar dike, ku ev yek metirsî liser sistema berevanî û mûşekî ya welatên endamên NATO ye. Herweha Amerika aniya ziman, ku ger Tirkiye S-400an bikire, dê dorpêçan li hember Tirkiye bisepînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin