PeyamaKurd - Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan: "Em ji azadiyan tawîzan nadin, em tu carî bi paş ve venagerin."
Serokê Giştî yê AKPê Erdogan li Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê rexne li CHPê girt û wiha axivî: "We ji devê CHPê bihîstiye ku qala şerê dijî terorê dike? We ji devê yên din bihîstiye? Derdekî wan yê ji bona şerê dijî terorê tuneye. Ev tenê derdê me ye. Dem hat PKKyê emilandin, dem hat FETOyê derxistin holê û dem hat DAIŞê şandin ser me. Hemd ji Xwedê ra tevî gelê xwe em ji heqê wan derketin."
Erdogan: "Me polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê ji holê rakirin. Li vî welatî kîjan Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe tê cudakirin? Qet. Li vî welatî 81 milyon welatiyên min wekhev in û xwediyê heman heq û azadiyê ne û ji hemû xizmetên bingehîn îstifade dikin. Me li Tirkiyeyê zilma dewletê ji holê rakir."
Li ser pêvajoya çareseriyê jî wiha axivî: "Me di dîroka siyaseta xwe da ji bona meseleya terorê çareser bikin rîskeke ku kes hilnader ser xwe hilda. Em çiqas dilsoz bûn û me gav avêtin yên li hemberî me ewqasî gavên bêbext avetin."
Serokomar Erdogan: "Me duh bi Mertalê Feratê û destpêka salê jî li Efrînê dersa yên ku zilm li xelkê Sûriyeyê kirin û xwestin korîdora terorê ava bikin da. Niha jî em li Minbicê dersa wan didin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin