PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê konseya hukumeta mutabaqatê ya Lîbyayê Fayîz Mustafa es-Serrac li Îstenbolê li koşka Dolmabahçe hatin cem hev.
Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên navbera her dû dewletan, pêşdeçûnên herî dawî yên li Lîbyayê û mijarên herêmê axifîn. Erdoğan dubare desteka xwe bo hukumeta mutabaqatê anî ziman û xwest êrîşên hêzên general Hafter rawestin. Erdoğan got ku ew li cem hukumeta mutabaqatê ciyê xwe digre û bo aramî, îstîqrar û hûzûra Lîbyayê hukumeta Fayîz Mustafa es-Serrac destek dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin