Erdogan û Pûtîn li ser serdana Enqerê li hev kir!

Erdogan û Pûtîn li ser serdana Enqerê li hev kir!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro 2yê Tebaxê bi rêya  telefonê axivîn.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê da xuyakirin, Recep Tayyip Erdogan û Vladimir Putin, îro bi telefonê axivîne û derbarê serdana Pûtîn a Enqerê de li hev kirine ku hêj dîroka serdana Putîn nehatiye diyarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan ji bo serdana zêde ya tûrîstên rûsî bo Tirkiyeyê spasiya xwe aniye ziman û gotiye, “Wê bi hewlên hevbeş di sektora geştyariyê de rekorekê tomar bikin.”

Erdogan behsa şerê Rûsya û Ukraynayê kiriye û ji Pûtîn re diyar kiriye: “Divê pêngavên ku bibin sedema zêdebûna aloziyan neyên avêtin. Ji bo aştiyê `Hewldana Deryaya Reş` gelekî girîng e. Aktîfnebûna `Hewldana Deryaya Reş` ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û dê zirara herî zêde jî welatên ku dahata wan kêm e û pêwîstiya wan bi dexlê heye bibînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Kremlînê hefteya borî ragihandibû ku ji bo serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn a Tirkiyeyê planên her du aliyan hene, lê dema serdanê hîn diyar nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin