Ereba ji vemirandina agir dihat, wergeriya: 3 birîndar

Ereba ji vemirandina agir dihat, wergeriya: 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbole ereba ku ji vemirandina agirê Esenlerê dadgeriya, bi sedema ajotvan desthilata erebê ji dest çû, erebe wergeriya. Di qezayê de 3 xebatkarên îtfaiyê birîndar bûn.

Qeza seet li dora16.00an de li taxa Oruçreis li ser rêya Mahmutbey qewimî. Arazoza îtfaiyê ji vemirandina şewata fabrîkeyekî ji Esenyurtê dadgeriya.

Dema tîmên tenduristiyê, polîs û yên îtfaiyê xeberê sitendin, çûn ciyê bûyerê û tîmên îtfaiyê hemkarên xwe yên di erebê de asê mabûn, ji erebê derxistin.

Her weha ereba îtfaiyê ya wergeriyayî ji ser rê rakirin û trafîka deverê normal bû.