Li Şirnexê ereba bazirganî wergeriya binê rê: 1 mir û 4 kes birîndar bûn

Li Şirnexê ereba bazirganî wergeriya binê rê: 1 mir û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Silopiya ereba ji kontrola ajotvan derket, wergeriya binê rê û di encamê de kesekî mir û 4 kes jî birîndar bûn. Qeza berd estê êvarê li devera rêya Gumumliyê qewimî.

Nevê ajotvan nehat zanîn lê di qezayê de Gülsüm Üsgüdar (43), A.G., M.K., T.K. û E.Ü. birîndar bûn. Li ser çêbûna qezayê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê qezayê

Li ciyê qezayê mudaxele bi birîndaran kirin û paşî wan birin nexweşxana dewletê ya navça Silopiya. Li nexweşxana birîndara bi navê Gülsüm Üsgüdar li nexweşxanê can da.

Cenazê wê birin morga nexweşxanê da otopsiya wê bikin. Li ser qezayê lêpirsînê dan destpêkirin.