PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê ragihand ku hêzên wan li Kendava Umanê êrîşî keştiyeke bazirganî ya bi alaya St. Kittsê ya bi navê "M/V Huda" kiriye, ji ber ku keştiyê guh nedaye hişyariyên derbarê dorpêça deryayî ya li ser Îranê de.
Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat diyarkirin ku piştî ku ekîba firokeyeke leşkerî ya Amerîkayî hişyariyên pêwîst dan, mûşeka hûrnas li pişta keştiyê ket û tevger û çûna wê hat astengkirin.
CENTCOMê destnîşan kir ku ji meha Tîrmehê ve di çarçoveya dorpêçê de rotaya 147 keştiyan hatiye guhertin, 5 keştiyên ku guh nedane hişyariyan tevgera wan hatine rawestandin û 10 tankerên petrolê yên Îranê hatine lêdan. Rayedaran careke din hişyarî dan hemû keştiyên ku di wan avan de digerin li ser hişyariyên dorpêçê baldar bin.