PeyamaKurd - Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi moşeka krûze li keştiyeke bazirganî ya Amerîkî xistiye.
Li Tengava Hurmuzê dîsa rageşî zêde bûye. Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi moşeka krûze keştîya konteynerê ya MSC Sariska V ya bi ala Panamayê xistiye. Heta niha tu agahî derbarê zirara li keştiyê yan jî tenduristiya ekîban de nehatiye dayîn.
Berê, Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) ragihand ku keştiyek bi qasî 40 mîlên deryayî li başûrê rojhilatê Umm Qasr, bajarekî bendergehê li başûrê Iraqê, ketiye ber lêdanekê.