Erebistan û Kanada 3 peymanan îmza kirin

Erebistan û Kanada 3 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Welîahdê Erebistana Sa’ûdiyê Muhammed bin Selman û serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, li bajarê Cidde ya Erebistanê li hev civiyan.

Her dû welat di seha enerjiyê, telekomunîkasyon û bîra çêkirî de 3 peymanên li hevkirinê îmza kirin. Ji bo meşandina her sê peymanan û yên di pey de jî bên îmzakirin, biryarê dan ku ji her dû dewletan konseya koordînasyonê ava bikin.

Ragihandina îmzakirina peymanan ji aliyê ajansa Sa’ûdiyê SPA de hat kirin. Di hevdîtina her dû lîderan de li ser pirsgirêkên herêmî û navdewletî axifîn.