Fas û Gana 11 peymanan îmza kirin

Fas û Gana 11 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Dewleta Gana û Fasê di navbera xwe de 11 peymanan îmza kirin. Peyman di seha xizmetên hewageriyê, gumrik, perwerde, zanist, teknolojî, werziş û mijarên din de ne. Bi temamî 11 lihevkirin in.

Wezareta karên derve ya Ganayê ragihand ku komisyona Hekariya Daîmî ya Duyem ya navbera Gana û Fasê (PJCC) di asta wezîran de li payîtext Akrayê civiyane.

Wezîrê karên derve yê Ganayê Samuel Okudzeto Ablakwa û wezîrê karên derve yê Fasê Nasir Burita serpereştiya heyetên welatên xwe dikirin û 11 peyamanan îmza kirin.

Peyman di seha xizmetên hewageriyê, gumrik, desteka hev ya rêvebirî, standardizasyon û metroloji, xwendina bilind, hevkariya zanistî û teknolojiyê, meteoroloji û klimatoloji, perwerda dîplomatîk, perwerda kar, bûrsên akademik û stajan, werziş û weka arşîvgerîyê ne.

Di seha zanist û hevkariya teknolojiyê de li ser madenên nadîde yên weka karbonhidrat û yên din jî peyman girêdan.