PeyamaKurd – Serokê Ajansa Veberhênanê yê dewleta Ganayê û parlementerên Ganayê di çarçova rêxistina SANKONê de li bajarê Ankara bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin kirin.
Di navbera her dû welatan de di seha enerjiyê, tenduristiyê, bergiriyê de, bi miqdarê 10 milyar dolarî peymanên aboriyê îmza kirin.
Serokê ajansa Gana Dr. Akwasi Opong Fosu û parlementerên parlementoya Komara Ganayê wekî heyetekî seredana Ankara kirin da têkiliyên xwe yên bazirganiyê xwurt bikin.
Fosu û heyeta pê re gelek fabrîkayên li Ankara ziyaret kirin. Xwestin di seha înşaat, avahiyên bingehîn, enerjî, teknolojî, bergirî. Maden, petrol û sektorên din de bi 10 milyar dolarî peymanan îmza kirin.