PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê Faysal bin Ferhan û wezîrê karên derve yê Almanyayê Annalena Baerbock li ser têkiliyên duqolî û herêmê axifîn. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Erebistanê; Bin Ferhan li bajarê Cidde bi wezîra Almanya bi Baerbock re civiyaye.
Her dû wezîr li ser pêşdebirina têkiliyên navbera her dû welatan, di mijarên aboriyê, ewlehiyê û siyasî yên herêmê û navdewletî axifîne bê çawa dikarin koordînasyonê xwurt bikin. Baerbock ji ber Erebistanê alîkariya tehliya hemwelatiyên Almanya ya li Sûdanê kiriye sipasiya Erebistanê kir.
Bin Ferhan û Baerbock, paşî bi tevlîbûna hinek rêvebirên dinê yên her dû welatan di navbera heyetan de civîn kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin