PeyamaKurd- Wezareta Hec û Umrê ya Erebistana Si’ûdiyê ragihandineka bi nivîskî kir û balê kişand ser nexweşîna Kovid-19ê ku li 180 dewletên cîhanê belav bûye, jimara nexweşan ji 7 mîlyonan deras kiriye û li dora nîv milyon kes bi nexweşînê miriye. Wezaret weha got:
“Belavbûna Kovid-19 ê dewam dike, qelebalix û seferên navdewletî gelek talûke ne, di asta navdewletî de jimara nexweşan her diçe zêdetir dibe. Lewra wezareta Hec û Umrê wê îsal tenê ji welatê xwe heciyan qebûl bike.”
Heya niha li Erebistanê bi sedema Kovid-19 ê 1.267 kes jiyana xwe ji dest dane û 157 hezar û 612 kes bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin